Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Berdevka HDP’ê Gunay: Emê Dijî Êrîşên Desthilatîyê Bejna Xwe Netewînin


parlementerê HDP’ê Ebru
parlementerê HDP’ê Ebru

Lijneya Rêvebirîya Merkezî û Gruba Meclîsê ya Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP) li ser qewimandinên dawî li navenda giştî ya partîyê du roj civîyan.

Li Tirkîyê niha qedexekirina HDP’ê û fezelekeyên 9 parlamanterên wê di rojeva Tirkîyê de ye.

Berdevka HDP’ê Ebru Gunay hem encama van civînan û hem jî girtin û fezleyekên ser HDP’ê nîrxandin.

Gunay got ku desthilatîya Tirkîyê dixwaze ku partîya wan ji nav qada sîyasetê rake. Li gor Gunay, ev êrîş dê tenê li ser partîya wan nebe, wê ji hemî Tirkîyê re belav bibe.

“Desthilatî her cure êrîşan ser partîya me dimeşîne. Bila her kes baş bizanibe ku ev êrîşana dê li ser hemî kesî werin berfireh kirin. Ew çi dikin bila bikin emê li ber zilma wan bejna xwe netewînin.”

HDP’ê di meha Şibatê de dest bi kempeyna bi navl “Jibo herkesî Edalet” kiribû. Gunay li ser vê kempeynê jî sekinî:

“Tenê di meha Şibatê de ji 500’î zêdetir kes hatine binçav kirin û ji vana jî 40 kes hatine zindan kirin. Me jî di meha Şibatê de di kempeyna xwe de gotibû ku jibo her kesî edalet. Emê vê kempeyna xwe di meha Adarê de jî bidominîn.”

Gunay bang li desthilata sîyasî kir ku careke din vegere “Lihevkirina Dolmabahçe” ku şeş sal berê 28 Şibatê de li Stenbolê hatibû îmza kirin.

Hîngê karbidestên dewletê û HDP’ê li ser 10 xalan li hev kiribûn, lê dû re ev rêketin hilweşîbû.

XS
SM
MD
LG