Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hello Washington: Siberoja Dosyeya Navokî ya Îranê


Hewildanên avêtina gavên seretayî yên vegera nav pêgirîyên bi rêkeftina navokî ya sala 2015an ji alîyê Amerîka û Îranê ve, hinekî sar bûne û berpirsên welatên Rojava bawer dikin ku Îran niha bixwaze nexşerîyeke berferehtir gutûbêj bike ji bo vejandina rêkeftinê û ev jî tişteke ku Waşinton amade ye bike.

Berpirsên Ewrupî nîşan bi wê yekê didin ku Amerîka û Îranê bi awayekî nerasterast û bi rêya alîyên ewrupî yên di nav rêkeftinê de wek Brîtanya û Frensa û Almanya pêwendî kirine.

Lê nakokîya herdu alîyan di avêtina gava destpêkê de ye.

Rêveberîya serokê Amerîka Joe Biden dibêje divê Îran pêgirîyên xwe yên rêkeftinê berdewam bike û Îran dibêje ji bo vê yekê divê Amerîka berê cezayan ji ser wê rake.

Tilvezyona Îranê ji ser zimanê berpirsekî ragihandibû ku Îran dê petandina Uranyom ya bi rêjeya 20% ranewestîne eger Amerîka hemî cezayan raneke.

Ji bo nêzîkbûnekê di vê derbarê de divê kî gava yekê bavêje?

Nebûna rêkeftinekê di demek nêzîk de çiqas dikare helwesta herdu alîyan biguhere?

Ewrupî dikarin çi rolê di nêzîkirina Amerîka û Îranê de bilîzin?

Berê rêkeftina Navokî ya Îranê li gel welatên mezin ên cîhanê li ku ye?

Bernameya Hello Washington bi beşdarbûna du mêvanan ronî dide ser vê mijarê:

Ebdulla Hîcab, şarezayê karûbarên Rojhilatê Navîn ku li Nerwîc dimîne û Kawa Deştebêlî, şîrovekarê siyasî ku li devera waşintona paytext dimîne.

Ji bo guhdarîkirina li bernameyê fayla deng veke

Hello Washington 04-2-2021
please wait

No media source currently available

0:00 0:29:56 0:00


XS
SM
MD
LG