Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Malbatên Roboskîyê Jinûve Serî li Dadgeha Qanûna Bingehîn Didin


Parêzer û endamên malabtên qurbaniyan
Parêzer û endamên malabtên qurbaniyan

Balefirên şer yên Tirkiyê 28 Berfanbara 2011ê li Roboskîyê bombebarandin çêkiribûn û 34 hemwelatîyûn sivîl jîyana xwe ji dest dabûn.

Piştî bûyerê darizandin hate çêkirin, lê li ber hin kêmasîyan encamek derneket. Li ber vî jî Endamê Lijneya Birêvebirina Merkezî ya Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP) Ferhat Encu û parêzvanê malbatên Roboskîyê Kerem Altiparmak di nû de serî li Makezagona Tirkiyê dan.

Piştî serîlêdanê Encu û Altiparmak li pêşîya avahîya Makezagonê daxûyanîyek dan çapemenîyê. Altıparmak dadîyarkirin ku ewan derfetekî baş ji bo dewletê pêşkêş kiribûn lê dewletê ev derfet bikar neanîye. Altiparmak wiha gise kir.

Endamê Lijneya Birêvebirina Merkezî ya Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP) Ferhat Encu
Endamê Lijneya Birêvebirina Merkezî ya Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP) Ferhat Encu

"Di vî welatîde komkujîyeke sivîl hate çêkirin. Di pêşîya dewletê de ew derfet hebû ku vê komkujîyê derxîne der. Evana hemû di destên Makezagonê de bûn, lê mixabîn dewletê ev derfet bikar neanî."

Ji nû de vekirina doza Roboskîyê, Ferhat Encû ji bo Dengê Amerîkayê nîrxand. Encû ragihand ku ewan hemû derfet bikar anîne, lê li ber bêencamîyê car din serî li Makezagonê dane.

Encû, radigîhîne ku dozger û dadgerên vê darizandinê pirê wan wek endamê derba 15’ê Tîrmehê hatine pênasekirin. Encu di vî warî de jî wiha gise dike:

"Ew kesên ku di derheqê dosyaya Roboskîyê de biryar dabûn, piştî derba 15 Tîrmehê hemû hatin darizandin û ji erka xwe hatin durxistin. Li ser vî jî me car din serî li Makezagonê da û daxwaz kir ku ev darizandin di nû de were çêkirin."

Di serilêdana yekemîn de hin kêmasî hebûn û di vekirina doza yekemîn de encamek jî derneketibû. Encu radigîhîne ku, malbatên Roboskîyê heta dawîyê jî wê li pey doza xwe tevbigerin.

Deh sal berê li Roboskîyê di bombebarandina hewayî de 34 hemwelatîyam jîyana xwe ji dest dabûn. Di darizandina yekemîn, li ber hin kêmasîyan Dadgeha Mafên Mirovan ya Ewrupayê jî ev dosya red kiribû. Li ber vî jî malbatên Roboskîyê di nû de serî li Makezagona Tirkiyê dan. Heke li vê derê encamek dernekeve wê vê dozê careke din bibin Dadgeha Mafên Mirovan ya Ewrupayê.

Raporta Enqerê 11 04 2021
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:33 0:00

XS
SM
MD
LG