Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hevseroka HDP’ê ya Amedê Alokmen bi 10 Sal û 6 Meh Hate Ceza Kirin


Hulya Alokmen Uyanik û bajarvanê berê yê Amedê Selçuk Mizrakli
Hulya Alokmen Uyanik û bajarvanê berê yê Amedê Selçuk Mizrakli

9’emîn Dadgeha cezaya Giran ya Diyarbekirê, ji Doza Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Hevseroka Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP) ya bajarê Amedê Hulya Alokmen Uyanik bi sucê endamtîya rêxistina terore ceza kir.

Dadger, ji asta jor 10 sal û 6 meh ceza da sîyasetvana Kurd.

Hêjayî bîrxistinê ye ku Uyanik, digel hevserokê HDPê ya Amedê Zeyyat Ceylan re, di 22ê Cotmehê de di operasyonek ser avahîya HDPê de jiber hin daxûyanî û îfadeyan hatibûn girtin û piştî pênc mehan di 23ê Adarê de ji girtîgehê hatibû berdan.

Zeyyat Ceylan da zanîn ku Alokmen li Mêrdînê di dema serdana dê û bavê xwe ji mala bavê xwe hatîye girtin.

Birêz Ceylan da zanîn Hulya Alokmen Uyanik, di dema ku hevseroka sendikaya xebatkarên saxlemiyê bûye (SES) li ser navê sendikayê beşdarê civîn û konferansên KCdê bûye û jiber ku ew delegeya KCDê ye li wê doz hatîye vekirin.

Wî got ‘’KCD rêxistineke sivîl e’’ û gelek kes ji wê dozê beraat kirin.

Birêz Ceylan da zanîn dadgehê Xanima Hulya ji aasta jor de ceza kirîye ku wî vê yeke binpêkirina mafê mirovan û hiqûqê pênase kir.

Hêjayî gotinê ye ku Xanima Hulya, piştî hewla derbeya 15ê Tîrmeha sala 2016an, bi biryarên di hikmê qanunê de ji kare hemşiretiyê hatibû avêtin.

Ew di hilbjartina bajarvaniyê de bû namzeda hevşaredariya Diyarbekirê. Weken endamê meclîsa şaredariyê jî hate hilbijartşn lê jiber ku bi biryar hikmê qanunê de ji kare dewletê hatiye avêtin, bawernameyê jî nedanê.

KHF_04_15_2021_Alokmen_KCK
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:33 0:00

XS
SM
MD
LG