Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Berdevika HDP'ê Gunay: Li Tirkîyê Mafê Zarokan Tê Binpê Kirin


Zarokên Kurd li Amedê
Zarokên Kurd li Amedê

Li Tirkîyê 23 Nîsanê her sal wek “Roja Cejna Zarokan” tê pîroz kirin.

Berdevka Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP)’ê Ebru Gunay, di vê rojê de li Navenda Giştî ya HDP’ê daxuyanîyek da.

Gunay, di li vê dere di nîrxandina xwe de li ser mafên zorakan sekini û dîyar kir ku li Tirkîyê herî zêde mafên zarokan hatine binpê kirin.

“Îro 23 Nîsanê ye. Karbidestên dewletê wê jibo çend deqeyan kursîyên xwe bidin zarokan. Lê mixabîn ti mafên zarokan jî naparêzin. Tirkîye pesna xwe dide û dibêje ku me cejnekê ji zarokan re kiriye xelat, lê em dibînin ku li Tirkîyê ji 2 mîlyonan zêdetir zarok dervayê ewlehîyê ne û di rewşeke xirab de dijîn.”

Li Tirkîyê greva birçîbûnê gihîşte 140 rojan. Di daxuyanîya xwe de Gunay li ser vê mijarê jî sekini û hişyarî da karbidestan.

“Heke hun vê qeyrana girtingehan çareser nekin, encama ku derkeve der jî hun ji vî berpirs bin. Rojeke berê werin ser rêya rastîyê û îzolasyona ser birêz Ocalan rakin.”

Gunay di civînê de li ser rewşa Êzîdîyan jî sekini û got ku bi sedan sal in ku gelê Êzîdî dibin armanca êş û komkujîyan.

“Herî dawî jî çeteyên DAIŞ’e komkujîyeke din çêkir. Li vê derê bangî hemû berpirsa dikim, li gel vêna gele Şengalê rêz bigirin, mafên wan bidinê û ew çi daxwaz dikin jî bînin cî.”

ED_23_04_2021_E_Gunay_Zarok
please wait

No media source currently available

0:00 0:04:15 0:00

XS
SM
MD
LG