Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rêvebirê Payebilind yê HDP’ê Guleryuz: Êrîşa Îro Plana Qirkirinekê Bû


Îro Pençşemê li Îzmîrê dijî avahîya Partîya Demokratîk a Gelan (HDP) êrîşeke çekdarî pêk hat û xebatkara partîyê Denîz Poyraz jîyana xwe ji dest da.

Di vê êrîşê de herwiha êrîşkarê bi navê Onur Gencer agir berda avahîya HDP’ê jî. Piştî êrîşê, Gencer ji alîyê polîsan ve hat binçav kirin.

Piştî êrîşa çekdarî pêşîn HDP’ê bi daxuyanîyeke nivîskî ragihand ku berpirsên êrîşê hikûmeta Tirkîyê û wezîrê navxweyî ye jiber ku ew bi berdewamî xebata wê dikin armanc û rê li ber êrîşên wî rengî vedikin.

Endamê Desteya Rêvebir ya Navendî (MYK) yê HDP’ê Mahfuz Guleryuz jî dîyar kir ku êrîşa dijî HDP’ê plana qirkirineke dijî endam û rêvebirên wan bû jiber ku li avahîyê îro civînek hebû, lê ew civîn hatibû paşxistin.

“Em hemî rewşa sîyasî ya ya Tirkîyê dibînin. Serok Recep Tayyîp Erdogan berîya çend rojan ji serokekê opozîsyonê re got ku ‘Ev rojên we yên xweş in û hûnê niha bibînin.’ Bi vê yekê gef li me hemîyan hat xwarin. Xeynî vê jî hem doza girtinê ya dijî HDP’ê hem jî doza Kobanê jî didomin. Ev êrîşa dijî HDP’ê ne êrîşekî jî rêze ye û ev êrîş bi zanabûn hatiye kirin û êrîşkar jiber komkujîyekê ketiye avahîya HDP’ê.”

Cîgirê Serokê Giştî yê Partîya Dad û Pêşvebirinê (AKP) û parlamenterê Îzmîrê Hamza Dag jî êrîşa dijî HDP’ê şermezar kir.

“Em li dijî her cûre êrîş û hewildanên têkdana aramî û ewlehîya Tirkîyê ne, û emê vê helwesta xwe bidomînin," Dag got.

Serokê Partîya Gel ya Komarî (CHP) Kemal Kiliçdaroglu jî êrîşa dijî HDP’ê şermezar kir û sersaxî ji malbata Denîz Poyraz re xwest.

“Bêrîya niha jî senaryoyên wiha hatin ceribandin. Ez hemî kesan hişyar dikim ku divê ti kes ji van provakasyonan hêvî neke!

Dîsa, êrîşa dijî HDP’ê ji alîyê Partîya Heremên Demokratîk (DBP), Partîya Çep, Partîya Kedê (EMEP), Partîya Sosyalîst ya Bindestan (ESP), Partîya Demokrasî û Pêşveçûnê (DEVA), Partîya Seadet û herwiha ji alîyê Halkevlerî ve jî hat şermezar kirin û sersaxî ji HDP’ê re hat xwestin.

Li alîyekî din ve, Walîtîya Îzmîrê bi daxuyanîyekê ragihand ku êrîşa dijî HDP’ê ji alîyê O. G. ve hatiye kirin û ew karmanendekî saxlemîyê ye ku berîya niha dest ji kar berdaye.

Daxuyanîyê da zanîn ku êrîşkar hatiye desteser kirin û bûyer bi her awayî tê kolandin.

Hêjayî gotinê ye ku Hevseroka HDP’ê Pervîn Buldan bi heyetêkê re berê xwe da bajarê Îzmîrê û ewê di saetên pêş de daxuyanîyekê bide bîragiştî.

MEB_06_17_21_Erîsa_Îzmîrê
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:46 0:00

XS
SM
MD
LG