Çîyayê Reşko ku li alîyê rojavayê bajarê Colemêrgê (Hakkarî) ye, di nava vê xwezaya xweşîk de çîyayê herî bilind û bi heybet e. Ew bi Tirkî wek Uludoruk hatiye binav kirin. Çîyayê Reşko di nava rêzeçîyayên Cîlo yê de cîh digire û bilindahîya wî 4 hezar û 168 mîtro ye.