Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rewşa Dawî ya Şewata Daristanan li Tirkîyê Çi Ye?


Di 28’ê mehê de li bajarên başûrê Tirkîye, agir bi dehan daristanan ket û di nav pênc rojan de 9 kes ji ber hatine kuştin.

Wezîrê Çandinî û Daristanan yê Tirkîyê Bekir Pakdemîrlî got ku di 5 rojan de li 132 cîyên cuda agir bi daristanan ketiye û heta niha 125 agir hatine vemirandin, lê li 6 bajaran 13 şewat didomin.

Şewata daristanan li 6 bajarokên Muglayê; li 3 bajarokên Antalyayê bi bandor e û zîyanên mezin hene.

''Li 6 bajaran 13 şewatên mezin hene û bi 16 firok, bi 9 firokên bêmirov, helîkopter û bi sedan wesayitên rê vedikin û 5 hezar xebatkar jibo vemirandina agir dişixulin.''

Wezîr Pakdemirlî dîyar kir ku rêjeya rewaya (nem) ax û hewayê ji % 30 daketiye % 8ê.

Rûniştvanên deverên ku dişewtin hikûmeta Tirkîyê rexne dikin ku çima alîkarîya dewletên bîyanî qebûl nake û çima di nava 17 salan de teknîk û amûrên vemirandina agir baştir nekirine.

Li ser medya civakî bi hastaga banga alîkarîyê hate destpê kirin, lê, Serokê Ragihandina Serokomarîya Tirkîyê Fahrettin Altun ev kampeyn rexne kir.

“Ew hewilên rêxistina Gulen e û armanca wê biçûkxistina Tirkîyê ye,” Altun got.

Sazîya Bilind ya Radyo û Televîzyonê (RTUK) hişyarî da dezgehên ragihandinê û ji wan xwest ku weşanên ku di nav gel de bibe sedema tirsê çênekin.

RTUK dibêje ku bi weşanên zindî têne dîmenên şewatê tên nişandan û ew jî motivasyona tîmên rizgarkirinê nizim dike û di nav gel de tirsê belav dike.

XS
SM
MD
LG