Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Derxistina Sivîlan ji Kabul Bidawî Dibe Û Talîban Amadekariyên Hikûmetê Dike


Çekdarên Talîban li ber deriyê Şûna Jor yê Firokxana Kabul, Aug. 28, 2021.
Çekdarên Talîban li ber deriyê Şûna Jor yê Firokxana Kabul, Aug. 28, 2021.

Ajansa Reuters îro Yekşemê 29ê Tebaxê ragihand ku li gorî berpirsan bi şêweke fermî îro dê derxistina sivîlan ji firokxana Kabul bidawî bibe, herwiha Biden gotiye êrîşeke din ya li dij firokxana Kabul gelek nêzîk bûye û Koşka Spî daye zanîn ku heta niha 113,500 kes ji firîngeha Kabul hatine derxistin.

Hêzên Amerîka gihane qonaxa dawî ya bidawî anîna hebûna xwe ya 20 salan li Afganistanê, di heman demê de Talîban amadekariyan dike ku firokxana Kabul kontrol bike.

Berpirsekî rojavayî gotiye Reuters, nêzî 1000 kesên sivîl li firokxana Kabul mane, ew jî dê îro Yekşemê ên derxistin berî ku hêzên Amerîka yên herî dawî derkevin, wî berpirsî got, "Em dixwazîn piştrast bibîn ku hemî sivîlên biyanî û ew kesên metirsî li ser jiyana wan heye îro bihên derxistin, hêz dê dest bi derkeftinê bikin, proses li firokxanê dê bidawî bibe," weke berpirsê ewlekarî yê rojavayî ji Reuters re gotiye.

Serokê Amerîka Joe Biden got, ew dê pêgiriyê bi demê dawî yê derketina ji Afganistanê bikin ku roja Sêşemê ye.

Roja Şemiyê berpirsekê Amerîkî ji Reuters re gotbû, kêmtir ji 4000 leşkeran li firokxana Kabul mane, hêzên Amerîkî û yên biyanî di du-hefteyan de di heweke karkirinê ya bihêz de dest bi derxistina karmendên biyanî û hezaran Afganiyên ku jiyana wan di metirsiyê daye kirin.

Pira-esmanî ya veguhastinê ji firokxana Kabul yek ji mezintirîn kampeyna derxistinê ye di dîrokê de, ev bû dawîanîna hêzên biyanî li Afgnasitanê ku 20 salan li wî welatî hat berdewam kirin.

Êrîşa Amerîka û welatên rojavayî bo ser Afgnaistanê pêkhat û desthilata Talîbanê jinav bir, piştî ku êrîşên 11 Septemebrê sala 2021ê bo ser Amerîka pêkhatin û ew welat bûbû cihekî ewle bo êrîşkaran.

Qonaxa herî dawî bilez pêkhat, piştî ku Amerîka û Talîban gehştin pêkhatinekê ku dawî li hebûna hêzên biyanî bînin li Afgansitanê.

Hikûmeta Afganî ya ku ji aliyê Amerîka û Rojava dihat piştervanî kirin jinav çû, piştî ku Talîbanê herêmên welat kontrol kirin û roja 15 Tebaxê ketin di paytext Kabul de.

Di du hefteyên borî de Amerîka û hevpeymanên wê nêzî 113,500 kes ji Afgansitanê derxistin, lê dîsan jî 10an hezaran kesên ku dixwazin derkevin, li paş xwe hiştin.

Jinekê li derveyî firokxana Kabul got, "Emê hemî bijardeyan biceribînin, jiber ku jiyana me di metirsiyê de ye, ew (Amerîka û Biyanî), divê rêyeka ewle nîşa me bidin. Divê em ji Afganistanê derkevin, yan jî divê ciyekî bi ewle bo me peyda bikin."

Berpirsekî Talîban yê ku nexwestîye nasnama wî bihê eşkere kirin gotiye Reuters, komela Îslamî endaziyar û teknîkar hene ew amadene firokxanê werbigrin, û got, "Em li benda îşareta dawiyê ya Amerîka ne, da ku kontrola firokxana Kabul bikîn ku armanca herud aliyan ewe ku bilez bihê radestkirin."

Şeva borî, Şemiyê geşta leşkerî ya herî dawî ya Brîtanya ji firokxana Kabul derket, piştî du hefteyan ji kaosê li firokxana Kabul ku roja Sêşemê bi êrîşa xwekujî ya Dewleta Îslamê DAIŞ- K li derveyî firokxanê pêkhat ku bo sedema kuştina 13 leşkerên Amerîkî û brîndarbûna hejmarek din, û kuştina 10an xelkê sivîl yên Afganî.

XS
SM
MD
LG