Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Biden Û Xanima Yekê di Merasîma Rêzgirtina Termên Leşkeran de


Serokê Amerîka Joe Biden û Xanima Yekê Jill Biden rêzê li termên veguhastina leşkerên Amerîkî digirin yên li Afganistanê jiyana xwe ji dest dane, di dema êrîşa xwekujî de li Kabul.

Termên leşkerên jiyana xwe ji dest dane, bo bingeha Dover ya hêzên esmanî, 29ê Tebaxê, 2021 hatien veguhastin.

Serok Jo Biden û xanima Yekê Jill Biden li gel malbatên 13 leşkerên Amerîkî yên jiyana xwe ji dest dabûn civiyan, yên ku hefteya borî li nêzîk firokxana Kabul di peqînekê de jiyana xwe ji dest dabûn, ku di peqînê de 170 kes hatbûn kuştin.

Termên Leşkeran tên veguhastin
Termên Leşkeran tên veguhastin

Jiyên leşkerên xizmet dikir di artêşa Amerîkî de li Afganistanê, yên hatine kuştin di navbera 20 û 31 salî de bûn, 5 ji wana jiyê wan tenê 20 salî bûn. Malbatên leşkerên qurbanî li bingeha Dover ya Hêzên Esmanî li Delaware, bi serok Jo Biden di merasîma "Rêzgirina veguhastina terman" de beşdarî kirin ku merasîmek leşkerî taybete ya pêşwazîkirina termên leşkerên Amerîkî yên di şerên jiderve de jiyana xwe ji dest didin.

Dema ku Joe Biden û Jill Biden roja Yekşemê 29ê gihan bingeha Dovre ya esmanî silava rêzgirtinê dan termên leşkerên jiyana xwe ji dest dane. Di daxuyaniya pêşwext ya Koşka Spî de hat ku "Serok û Xanima Yekê dê çav bi malbatên leşkeran bikevin yên ku di xizmeta leşkerî de yên canê xwe kirina qurbana parastina Amerîka, hevpar û hevpeymanên wan yên Afganî li Kabul."

Êrîşa bi kuştar hefteya borî pêkhat dema ku hezaran kes li derveyî firokxana Kabul kom bûbûn, jibo hewlidana derketinê ji Afgansitanê piştî Talîbanê kontrola welat kirî. Şaxê Dewleta Îslamê – DAIŞê li Afganistanê xwe berpirs ji wê êrîşê ragihand bû.

XS
SM
MD
LG