Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Reaksyonên li Dor Êrîşa Ser Hewlêr


Maleke wêranbûyî di dema êrîşa ser Hewlêr de
Maleke wêranbûyî di dema êrîşa ser Hewlêr de

Parêzgarê Hewlêr ragihand ku, ew êrîşa serê sibeya Yekşemê li dij bajarê Hewlêr paytexta Herêma Kurdistanê pêkhatî, çend ciyek armanc girtine, di êrîşê de ziyanên giyanê nebûn lê ziyanên madî hene.

Omêd Xûşnaw, parêzgarê Hewlêr di ragihandinekê de şeva borî gote Dengê Amerîka, êrîşa şevê li ser bajarê Hewlêr û konsulxaneyan bû, lê ew êrîş ne gihane armanca xwe, ziyan gihaye kenalê Kurdistan 24 û hin ciyên din.

Parêzgar herwiha dide zanîn ku çend herêmên din bûne armanca êrîşê û ew bi êrîşeke "Terorîstî" bi nav kir û got "Ew êrîşeke hewayî bû, dije-teror û saziyên ewlekariyê lêkolînan dom dikin, di demek kurt de dê ciyê ku êrîş jê hatiye û cûrê çekên karanî dê zelal bibin."

Li aliyek din Serokwezîrê Îraqê Mustefa Al Kazimî di twîteke xwe de êrîş şermezar kir û got "ُEw destdirêjiya li dij Hewlêra ezîz pêkhatî û xelkê wê tirsandî , ew destdirêjiyeke bo ser ewlehiya gelê me, li gel serokê hikûmeta Herêmê yê bira de rewş heyî şopand û hêzên me yên ewlekariyê dê lêpirsînê li dor vê êrîşê bikin, emê bersînga her destdirêjîyekê bigirin ya ku li dij ewlekariya bajar û tenahiya welatiyên me ye."

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî jî, twîtek weşand û got "‌Hewlêr xwe ji bo tironekan naçemîne, ew êrîşa terorîstî ya kirîye ser çend herêman li Hewlêr şermizar dikîn û daxwazê ji xelkê me yê qehreman û xweragir yê Hewlêr dikin ku aram bin û li gor rênimayên saziyên ewlekariyê tev bigerin, spasiya xweragirîya we dikîn."

Kesayetiyê Olî yê Şîa Moqtada Al Sadr jî helwest nîşan da û di twîta xwe ya pêşî de got "Hewlêr li jêr êrîşa ziyanpêketî û tirsonekan de ye û li jêr barê birçîkirinê… er weke Kurd ne Îraqî ne". Sadir di twîta xwe de got.

Al Sadr herwiha berî demekî twîtek din derbarê êrîşê weşand got "Divê xaka Îraqê ji bakurê wê heta başûrê wê, ji rojhilat heta rojava nbe bibe qada nakokiyên siyasî, ewlekarî û leşkerî. " di beşekî din yê twîta xwe de Sadr got "Herwisa em wan hemî karan şermizar dikin yên ku ji nava Îraqê welatên cîran aramnc digirin."

Serokê Parlemena Îraqê Muhamed Helbûsî, helwest derbarê êrîşa ser Hewlêr nîşan da û got "Destdirêjiya ser Erbîlê, ew aramnc girtin û zordariye li ser serweriya Îraqê, ewlekarî û welatiyên wê, ew karek şermezarîye û divê helwestek niştîmanî yekgirtî û tund li hember rawestiyan û bersivdana wê hebe."

Konsulxaneya Giştî ya Amerîka di hesaba xwe ya fermî ya twîterê de dîsan daxuaniya li ser navê Balyozê Amerîka li Îraqê Matthew H. Tueller weşand û dibêje "Amerîka êrîşa tawankarî bo ser armancaên sivîl li Hewlêr şermezar dike. Endamên rejîma Îranê xwe berpirs ji êrîê ragihandî ye...".

Medyaya fermî ya Îranê ragihand ku Pasdarên Şoreşa Îranê ewro Yekşemê daxuyaniyek belav kirîye û berpirsarîya êrîşên mûşekî yên li dijî "navendên stratejîk" yên Îsraîlê li Hewlêra paytexta Herêma Kurdistana Iraqê, li bakurê Iraqê qebûl kirîye.

XS
SM
MD
LG