Li Wanê pîrozbahîyên sersala Kurdî ya kevnare hin didomin. Kurd jibo zindîkirina kevneşopîyekê gelek kevin hin bernameyên taybet li dar dixin. Hin dîrokzan bawer dikin ku pîrozkirina sersalê ya di 13ê Rêbendanê de Kurdên Mesîhî maye jiber ku beşek Krîstîyanan dayikbûna Mesîh Îsa di heman demê de pîroz dikin. Lê, nivîskar Îbrahîm Sungur bawer dike ku ev kevneşopî ji Împarotorîya Romayê derbazî Kurdan bûye û piştî ku Kurd bûne Misilnan, dest bi Newrozê berdaye û ew roj wek destpêbûna sala teze bimbarek kiriye.