Li Wanê hejmareke zêde ya rûniştvanan koçî bajarên mezîn yên rojavayê Tirkîyê dikin. Malbata Qîmet Aydemîr a 78 salî jî koçî Stenbolê kirine û ew li gel hevjînê xwe tenê maye. Daku sabra wê were, ew û cîranên xwe diçin ber peravên gola Wanê û klaman dibêjin.