Bi şerê navxweyî li Sûrîyê dîyardeya zêrê sexte li bazaran derket holê. Jêdera serekî ya zêrê sexte deverên rejîma Sûrî ye û qurbanîyên vê sextekarîyê jî zêrfiroş in. Rêvebirîya Xweser jibo parastina bazara zêrên deverên xwe sazîyên taybet damezirand û çavdêrîya zêr dike.