Rêxistina Saxlemî ya Cîhanê (WHO) fînansekirina dermankirina dervayê kampê li ser 11 kampên derbideran li Bakur û Rojhilata Sûrîyê rawestand. Li kampa Waşokanî zêdetirî 1500 kesên bi nexweşîyên kronîk û 32 nexweşên penceşêrê hene ku di rewşeke dijwar de ne