Rizgar derbiderekî Efrînî ye ku di rewşên gelek zehmet re derbaz bûye. Ew niha li bajarê Girkê Legê dijî û projeyeke piçûk ya bi navê Tenûra Çîyayê Efrîn vekirîye û gelek kes berê xwe didinê wê derê. Rizgar bi vê gava xwe, jibo derbiderên Efrînî derfetên kar jî peyda dike.