Jiber danîna qayum bajarvanîya Colemêrgê, li hejmarek bajar çalakî, xwepêşandan û nobetên li ber derîyên bajarvanîyan tên lidarxistin. Partîya Wekhevî û Demokrasîyê ya Gelan (DEM Partî) dîyar dike ku heya hikûmet qayuman paşve nekêşe, ew jî dê li kolanan bin.