Li Hewramanê, buhar ne tenê demsala vejîna xwezayê ye, lê herwiha demsala ku mirin xwe di bin pelên kulîlk û şitilan de vedişêre. Dema ku gundî ji bo debara xwe ber bi çolan ve diçin, mayînên Îranî li derdora Kurdistanê dibin davek ji bo birîna xewnên wan.