Rêxistina bajarê Edene ya Partîya Demokratîk a Gelan xwest di navbera 10-13ê Sibatê de Rojên Şanoya Kurdî organîze bike, lê walîtîya bajêr, bi sedema ku ew “ewlewîya giştî tehdîd dike” çalakî qedexe kir.
Lîstika Şanoya Bajarê Amed “Tartuffe.” lîstika Teatra Jîyana Nû ya bi navê “Tenê Ez” û lîstika “Kozik” ya Şanoya Mencel dê bi hatina lîstin.
Li ser vê qedexeyê Navenda Çanda Mezopotamya (NÇM) li navenda NÇM ya Îstenbulê daxûyanîyek da.
Şanoger Omer Şahîn li ser ve qedexeye daxûyanî li NÇMê xwend û got,
“Li bajareke wek Edene ku bi hezaran Kurd lê dijîn Walîtîya Edene bi hinceta di nav sînorên bajêr de, tevdîrgirtina jibo aramî, ewlehî, parêzbendîya kesan û rihetîya raya giştî lîstikên me qedexe kirin. Gelo em matmayî man! Helbet na! Jiber ku ev 2 salin qedexekirineke ku nav lê nehatîya kirin heye. Li ser Şanoya Kurdî sansûrek veşartî heye. Ne tenê li hermber şanoya Kurdî li hemberî hemû karên hunerî yên alternatîf helwesteke negatîf heye.”
Şahîn li ser qedexeyan hin pirs kirin xwest ev pirs werin bersivandin û wiha got, Gelo listikên bi Kurdî werin lîstin talûkê tê ditîn? Yan jiber ku wê çalakîye HDP bi bi rêxistin dike tê qedexekirin?
Şahîn herî dawî anî ziman ku ewên wek kedkar û hûnermendên şanoya Kurd li gel zordestî û astengîyan bi berhemên xwe bi çi awayî be jî bigihînin gel.