Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Berpirsên Afganî: Di Encama Du Êrîşan de 4 Zarok û 2 Polîs Hatin Kuştin


Berpirsekî Afganî dibêje bi kêmanî 4 zarok hatin kuştin di avêtina rokêtekê de ser mala wan ji aliyê çekdaran ve li parêzgeha Helmand a başûrê welêt.

Omer Zwak peyvdarê parêzgarê Helmand îro Şemiyê got zarokekî din jî birîndar bû di êrîşa şeva borî de li navçeya Nad Ali.

Çi aliyekî berpirsiya xwe ranegihand li dor êrîşê, lê çekdarên Talîbanê li wir çalakdarin û piraniya navçeyên parêzgeha Helmand kontrol dikin.

Di raporteka din a ciyawaz de, Nasir Mehrî, peyvdarê parêzgarê Farah got bi kêmanî du endamên polîs hatin kuştin di encama êrîşeka çekdaran de li ser xaleka vekolînê.

Mehrî got du endamên din ên polîs di êrîşê de birîndar bûn.

Nêrîna Te

Şîroveyan nîşan bide

XS
SM
MD
LG