Berpirsekî Afganî dibêje xwekujekî xwe di qebalixekê de teqand ku piraniya wan Talîban bûn k udi kombûnekê de agirbesta sê rojan pîroz dikirin li derveyê Jalalabada paytexta parêzgeha Nangarhar, û di encamê de 11 kes hatin kuştin û 12 kesên din birîndar kirin.
Serokê polîsê Nangarhar, Ghulam Sanayee Stanikzai got teqîna îro Şemiyê li navçeya Rodat a rojhilata Nangarhar bû, di demekê de ku dehan çekdarên Talîbanê li herêmê agirbest pîroz dikirin.
Serkirdayetiya Tevgera Talîbanê bi boneya cejna Remezanê agirbesteka sê rojan ragihand.
Stanikzai got piraniya kuştî û birîndaran ji tevgera Talîbanê bûn.
Ta niha kesekî berpirsiyariya vê êrîşê ranegihandiye. Gurûpa girêdayî Dewleta Îslamî, ku ev agirbest îmze nekir, li herêmê heye.