Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Talîban Navçeyeke Bakurê Rojhilatê Afghanistanê Kontrol Dike


Tevgera Talîbanê navçeyeke stratejîk li bakurê rojhilatê Afghanistanê dorpêç kir û ziyaneke nû gihande hêzên hikûmetê li hin cihên din ên welêt.

Bi hatina buharê re, şer li seranserî jimarek parêzgehên Afghanistanê giran bûye.

Berpirsan roja Şemiyê piştrast kir ku hêzên ewlekariya Afghanistanê ji navçeya Arghanj Khwa vekişiyan piştî pevçûneke giran li gel êrîşkerên Talîbanê.

Peyvdarekî hikûmetê li parêzgehê ji Dengê Amerîka re got di encama şer de herî kêm 4 endamên polîs hatin kuştin.

Endama civata parêzgehê Tahira Alamyar jî got di encama pevçûnên roja Înê êvarê de derdora 12 endamên hêzên ewlekariyê hatin kuştin.

Wê got Talîbanê herî kêm 5 endamên hêzên ewlekariyê girtin.

Tê zanîn, Amerîka hewil dide bi riya guftûgoyên li gel Talîbanê 18 salên şerê Afghanistanê bidawî bîne.

XS
SM
MD
LG