Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Êrîşên Talîban li Afganistanê Bêhtirî 65 Kesan Dikujin


Çekdarên tevgera Talîban li Afganistanê di sê êrîşan de bêhtirî 65 serbazên hikûmetê û efserên polîs kuştin.

Berpirsên Afganistanê îro Şemiyê got tundutijya şeva borî li parêzgehên Qandahar, Kunduz û Herat, her wiha bêhtirî 17 endamên polîs birîndar kirin.

General Xewaja Yahya Alawî ji ajansa Afganistanê ya nûçeyan re got êrîşa Qandahar 25 serbaz kuştin û hinên din hîn winda ne.

Desthilatdarên parêzgeha Kunduz got êrîşeka Talîban dijî xalên polîs li navçeya Qalaazal derengî Înê 24 endamên polîs kuştin.

Jimara Kuştî û birîndarên din jî li navçeya Zawal bû, dema 150 çekdarên Talîbanê êrîşî bingehên artêşa niştimanî ya Afganistanê kir. Di encama êrîşê de 17 serbaz hatin kuştin, li gor peyvdarekî hikûmetrê ku ji Dengê Amerîka re ragihand.

Tevgera Talîban berpirsiyariya êrîşan ragihand.

XS
SM
MD
LG