Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

NY: Lehî û Baranên Giran li Afghanistanê 20 Kes Kuştin


Ajanseka Neteweyên Yekgirtî ya alîkariyên mirovahî dibêje herî kêm 20 kesan jiyana xwe jidest da di encama baran û lehiyên giran de li parêzgeha Qendehar a başûrê Afghanistanê.

Nivîsîngeha Neteweyên Yekgirtî ya Hevrêziya Karûbarên Mirovahî (OCHA) şeva borî got herî kêm 10 kes, di nav de zarok, hîn winda ne.

Daxuyaniya OCHA dibêje bêhtirî 2,000 mal rastî ziyanê hatine.

Nivîsîngeha hakimê xwecihî dibêje ev lehiyên herî xerab in ku di heft salan de li Qendeharê dibin û barîna berfê ya berdewam rê nade hewlên rizgarkirinê.

Berfa zêde li seranserî Afghanistanê îsal gelek herêm qut kirin û metirsî hene ku buharê lehiyên bihêz bên.

Îsal di encama lehiyan de, ta niha derdora 50 kesî jiyana xwe jidest daye.

XS
SM
MD
LG