Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Biden Dê Li Papua New Gînya Bi 18 Rêberên Pasîfîkê Re Bicive


Wêne ji Arşîfê ye
Wêne ji Arşîfê ye

Dîplomatekî payebilind ê herêmî îro Şemiyê got ku serokê Amerîka Joe Biden dê bi 18 serkirdeyên Okyanûsa Pasîfîk a Başûr re bicive dema ku di Gulanê de serdana Papua New Gînya bike, di demekê de ku Amerîka û Çîn ji bo bandorê li herêmê hevrikiyê dikin.

Piştî dawiya Şerê Cîhanê yê Duyemîn, Pasîfîka Başûr wekî astengiyeke dîplomatîk a têkildar hate dîtin, lê ew her ku diçe qada hêzan e ku ji bo bandora bazirganî, siyasî û leşkerî pêşbaziyê bikin.

Wezîrê Derve yê Papua New Gînya Justin Tkatchenko got ku Biden dê beşdarî danûstandinên dualî bi mazûvanên xwe re bibe û "di heman demê de bi 18 serokên Girava Pasîfîkê re kom bibe " ji Foruma Girava Pasîfîkê, bloka herêmî ya piranîya dewletên piçûk ên li seranserê okyanûsê.

Serokwezîrê Avusturalya û New Zeeland dê di nav wan kesan de bin.

Biden tê pêşbînîkirin ku di 22ê Gulanê de bibe yekem serokê Amerîkî di nava sedsalekê de serdana Papua New Gînya dike.

Her weha biryar e ew beşdarî civîna G7 li Hîroşîma, Japonê û lûtkeya çarqolî ya Australya, Hindistan, Japon û Amerîka li Sydney bibe.

Nûnerê taybet yê Amerîkî Joseph Yun vê hefteyê got ku Amerîka hewl dide rola xwe pêşve bibe, piştî salên paşguhxistinê ku tê de bandora Çînê li seranserê Pasîfîkê ya Başûr zêde bû.

Çînê herî dawî bi Giravên Silêman re peymaneke ewlehiyê ya veşartî îmze kir ku dikare rê bide leşkerên Çînî li wir werin bicîhkirin.

Di Adarê de, kompaniyeke Çînî ya bi piştgirîya dewletê girêbestek ji bo pêşxistina bendera navneteweyî ya li paytext Honiara bi dest xist, ku serkeftineke mezin di lêgerîna Pekînê de ji bo bidestxistina pêgehek stratejîk li Pasîfîkê ya Başûr.

Herêm dikare di her pevçûneke leşkerî ya pêşbîn de bi Taywanê re girîng be.

Yun ji Enstîtuya Hudson re got, "Pêdivî ye ku em tevlêbûna xwe bileztir bikin…Her pêwendiyek di asta bilind de cihê bixêrhatinê ye."

Yun got, "Werin em vê yekê rast bikin, ew pêşbaziya stratejîk a di navbera me û Çîn de ye."

Gera Biden dibe ku di heman demê de destpêkirina Peymana Hevkariya Parastinê ya Amerîa-Papua Gîneya Nû be ku dê rê bide perwerdehiya hevbeş û pêşkeftina binesaziya ewlehiyê.

Waşinton kar dike ku bingehe deryayî ya hevbeş li Lombrum li Girava Manus a Papua Gîneya Nû, ava bike.

Avakirinê di nîvê sala 2020an de dest pê kir, li gorî wezareta berevaniyê ya Avusturalya, ku ew jî di destpêşxeriyê de cih digire.

Tê çaverêkirin ku çar keştiyên nobedariyê yên Guardian li bingehê werin bicîhkirin.

Çavkanî: AFP

XS
SM
MD
LG