Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Bolton li Dijî Bikaranîna Çekên Kîmawî Sûriyê Huşdar Dike


Rawêjkarê ewlekariya niştimanî ya Amerîka John  Bolton
Rawêjkarê ewlekariya niştimanî ya Amerîka John  Bolton

Rawêjkarê ewlekariya niştimanî ya Amerîka John Bolton hikûmeta Sûriyê huşdar kir ku divê ew vekêşana pêşbîn a leşkerê ya Amerîkî ji Sûriyê nebîne wek vexwendinekê ji bo bikaranîna çekên kîmawî.

Berî gihiştina Îsraîlê, Bolton di balafirê de ji peyamnêran re got:

"Helwesta Amerîka ya dijî bikaranîna çekên kîmawî ji aliyê rêjîma Sûriyê ve qet nehatiye guhertin û hîn tu guhertin nebûye ku emê bersiveke bihêz bidin eger çek werin bikaranîn, û me berê jî du caran bersiv da ye.”

Bolton got divê rêjîma Sûriyê çi guman di vê derbarê de nebin.

Wî her wiha got:

"Di demekê de ku em dinerin ka dê vekişîna ji Sûriyê û encamên wê çawa bin, em naxwazin rêjîma Esed li wê temaşe bike wek lawazbûnek di dijberiya me ya bikaranîna çekên qirkirina bikom de.”

XS
SM
MD
LG