Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Sûrya Daxwaza Kurdan ya Otonomî Red Dike


 Bouthaina ShaabanŞêwirmenda serokê Sûriyê Beşar Asad
Bouthaina ShaabanŞêwirmenda serokê Sûriyê Beşar Asad

Şêwermenda Beşar Asad serokê rejîma Sûrî roja Sêşemê da eşkere kirin ku ew daxwaza Kurdan ya otonomî red dikin, jiber ku ev dê rê li hember parçebûna welat veke.

Kurdên ku kontrola herêmeke berfireh dikin li bakur û rojhilatê Sûriyê , vê dawiyê di çend xalan de daxwaza çareseriyek aştiyane ya pirsa Kurdî li Sûriyê ji rejma Asad kir bûn û dîdar ligel hin berpirsên Dîmeşê û yên Rûsya hevpeymana sereke ya rejma Sûrî encam dabûn.

Roja Sêşemê derbarê pirsa kanê Dîmeşq dê cûrekê Otonomîê bide Kurdan?Boithaina Şaaban got"nexêr" û bi tundî red kir û got, ev dê rê li hember parkçebûna welat veke.

Şaaban di dema beşdariya Konferansekê de derbarê Rojhilata Navîn li Rûsya dîsan got "Oonomî tê wateya parçe kirina welat, em qet rê nadin Sûriya parçe bibe".

Bouthaina Şaaban şêwirmenda nêzîk ji Beşar Asad, herwiha dibêje "Sûriye welatê hemû kesane, hemû kes li hember yasa û destûra Sûriyê wekhevin û Kurd jî beşekin ji gelê Sûrî".

Dema ku Şaaban li kêleka cîgirê wezîrê derve yê Rûsya rûniştî bû rexne li hewildanên serokê Tirkiyê R.T. Erdogan jî girtin û got, Erdogan xewnan dibîne ku car din Împîratorya Osmanlî ava bike "Lê ez ne di wê bawerê de me ku bikare wê bicîh bîne jiber ku xelkê me dê berevaniyê ji axa xwe bikin". gotin ya Bouthaina Şaaban e.

XS
SM
MD
LG