Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Du Erdhej Başûrê Wîlayeta California Dihejînin


Li başûrê wîlayeta California di du rojan de du erdhejên bihêz qewimîn.

Erdheja pileya 7.1 ku roja Înê rûda ew ya herî bihêz bû di 20 salên borî de, li gor berpirsan ku dibêjin wê bandorên wê bo salan dirêj bikin.

Şarezaya erdhejan Lucy Jones got erdheja roja Înê deh caran bihêztir bû ji ya roja Pênşemê ku li du bajarokên beyabana Mojave rûda.

Erdhejan ziyan gihand avahiyan, bûn sedema agiran û rê wêran kirin, lê tu ziyanên mirovî nehatin ragihandin.

Berpirs dibêje li aliyê bakur heta bajarê Sacramento xelkê hest bi erdheja duyem kir û li aliyê rojhilat heta Las Vegas û li başûr jî heta Mexico.

Hakimê wîlayetê Gavin Newsom bang li Koşka Spî kir ku rewşa tengaviyan ji bo wîlayetê ragihîne.

XS
SM
MD
LG