Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hakimê Qirimê Dibêje Agirê Depoya Sotemeniyê Yê Êrîşa Dronê Hat Vemirandin


Dûmana Agirê Sevastopol
Dûmana Agirê Sevastopol

Hakimê Qirimê ku destnîşankiriyê Moskoyê ye roja Şemiyê got, şewata li depoyeke sotemeniyê ya li bajarê Sevastopol ê li bendera Qirimê, ku ji ber êrîşa dronê derketibû, bi temamî hat vemirandin.

Mikhail Razvozhaev li ser Telegramê got ku pisporan lêkolîn li cîh kirin û "eşkere bû ku tenê dronekê kariye xwe bigihîne yedeka petrolê". Droneke din hat xwarê, paşmayên wê li peravê nêzîkî bingehê hatin dîtin. Wî got ti kes birîndar nebûye.

Rayedarekî îstîxbarata leşkerî ya Ukraynayê got ku zêdetirî 10 tankên berhemên petrolê yên bi şiyana derdora 40,000 ton ku ji bo Istola Deryaya Reş a Rûsyayê tên bikaranîn, hatin tunekirin, tora RBC Ukraine ragihand.

Karbidest, Andriy Yusov, di şîroveyên ku ji hêla RBC ve hatine ragihandin de Ukrayna berpirsiyariyê teqînê neda ser mile xwe, lê teqîn wekî "cezayê Xwedê" ji bo êrişa Rûsyayê li ser bajarekî Ukraynayê roja Înê binav kir.

Berdevkekî hêzên çekdar ên Ukraynayê beriya niha gotibû ku ti agahî li ber destê wî nîne ku nîşan bide Ukrayna berpirsa şewatê ye.

Sergey Aksyonov, serokê Rûsî yê Qirimê, li ser Telegramê got ku hêzên berevaniya esmanî û şerê elektronîkî roja Şemiyê du dron li ser nîvgirava Qirimê xistin xwarê.

Wî got, “Ti kuştî û wêranî çênebûne“. Sevastopol, li nîvgirava Qirimê ku Rûsyayê di sala 2014an de ji Ukraynayê bir, ji dema ku Rûsya di Sibata 2022an de bi tevahî welat dagir kir, gelek caran rastî êrîşên esmanî hat.

Çavkanî: Reuters

XS
SM
MD
LG