Fermandarê hêzên Amerîkî li Ewrûpa general Curtis Scaparrotti li Enqerê danûstendinan ligel berpirsên Tirkiyê encam dide, danûstendin bi şêweke taybet li ser guherîn û rewşa Bakurê Sûriyê ye.
Roja Çarşemê Curtis Scaparrotti giha Enqerê, di demekî de ku têkiliyên Tirkiyê û Amerîka aloz bûne, jiber gelek mijarên nakobar yên weke, kirîna systema mûşekên Rûsî S-400 j ialiyê Tirkiyê ve, nêzîkbûna Tirkiyê ji Rûsya, red kirina Enqerê ya pêgiriyan bi sizayên abûrî yên Amerîka li ser Îranê û herwiha pirsa girtina qeşeyê Amerîkî Andrew Brunson û tawanbar kirina wî bi sûcê têkliyên bi cema'ta Fethulla Gulen heye.
Fermandar Scaparrotti destpêka hefteyê, 27î Tîrmehê bi telefonê ligel wezîrê berevaniya Tirkiyê Hulusi Akar re axivî bû, dema Akar weke serfermandarê hêzên Tirkiyê li ser pêkhatina Amerîka û Enqerê y girêdayî rewşa bajarê Minbicê axivî bûn.
Li aliyek din ajanas Anadolu ya hikûmeta Enqerê da zanîn ku Amerîka û Tirkiyê gera 23an ya danûstendinên derbarê rewşa bajarê Minbicê encam da.