Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Bazirganekî Çekan Tê Cezakirin li Dor Gulebarana Las Vegasê


Bazirganê çekan ê bi sedan rext û gule firotibûn çekdarê bajarê Las Vegasê ku ji pencereya otêlekê xelk gulebaran kiribû û di encamê de 58 kes kuştibûn, doh Înê hate tawanbarkirin bi firoştina guleyan bi awakî ne yasayî.

Bazirganê çekan Douglas Haig rastî cezayê 5 sal zindan û dayîna 250 hezar dolar tê.

Ew yekem kese tê tawanbarkirin di rûdana meha 10 a sala borî de, ku wek gulebarana herî mirdar di dîroka nûjen a Amerîka de tê binavkirin.

Polîs dibêje wan pencemora Haig dît li ser guleyên çekdarê Las Vêgasê Stephen Paddock di odeya otêla wî de.

XS
SM
MD
LG