Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Parlementerê HDPê Taşçier, Gotara Erdogan ya li Diyarbekirê Dinirxîne


Erdogan li Diyarbekir
Erdogan li Diyarbekir

Serokomarê Tirkiye Recep Tayîp Erdogan, roja înê li Diyarbekir di gotara xwe de HDP kir hedef û îda kir ya ku pêvajoya çareserîyê xerakirîye HDP ye.

İmam Taşçier parlementerê HDPê yê Diyarbekirê, jibo Dengê Amerika gotara Erdogan û îdiayên li ser HDPê nirxandin.

Wî got Erdogan jibo dengdêrên kurd yên di nav AKP de ne axivî û gotara wî xapandineke sîyasî bû.

Sîyasetvanê Kurd bibîrxist ku dema rêvekirina demokratik û hevdîtinên Osloyê ya sala 2009an de, civinên bi İmraliyê de HDP tunebû.

''di 2013an de prosa aşitiyê detspêkir, lê Lijneya Ewlehîya Tirkiyê (MGK) di sla 2014an de bi biryar da ku divê dawî li prosa aşitiyê bê.

Herwiha di Sibata 2015an de li Qesra Dolmabahçe, bi wezîrên hikumetê û şanda HDP ya İmralîyê re Mutabakata Dolmabahçe ya ji 10 xalan pêk dihat, îmzekirin. Lê Erdogan maseya mutabaqatê qulupand û got ew wê peymanê nas nake. Prosa Aşitîyê weha xerabû.''

Erdogan li Diyarbekir got, ew li pişt gotara xwe ya 2005 ya li Diyarbekirê ye. Erdogan di wê gotara xwe de anîbû ku ziman 'Pirsgirêka Kurd pirgirêka wî ye.''

''Lê 19 sal e jibo kurdan çi gav avêtibe hemîyan paşde avêtiye. Ew dewlet e, îro bixwaze dikare lê naxwaze.''

Gelo derfeta pêvajoyek nû çawa çêdibe, ger Erdogan bêje ew amade ne jibo destpêkek nû, helwesta HDP dê çibe?

Taşiçer wek bersivdanek bo pirseke weha got, ''Bê yasa û parlamento, herwiha bê şêwira bi gel re çênabe.''

Doza girtinê li HDP vebû, ger dadgeh biryara girtinê bide nexşe rêya HDPê jibo hilbjartinê çiye? Bersiva vê pirsê û agahîyên zêdetir hûn dikarin di fayla deng de gohdarî bikin.

Raporta Diyarbaekir/Amedê 11 07 2021
please wait

No media source currently available

0:00 0:06:41 0:00

XS
SM
MD
LG