Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Berpirsên Wîlayetên Carolina Dibêjin Metirsiya Florence Hîn Lidar e


Berpirsên wîlayetên Carolina Bakur û Carolina Başûr huşdariyê didin rûniştvanan û dibêjin metirsiya lehiya ku bahoza Florence li dû xwe hîştî hîn lidar e.

Bahoza Florence ku berî behtirî hefteyekê rûda, bi kêmanî 43 kes li Carolina Bakur, ya Başûr û Virginia kuştin.

Hakimê wîlayeta Carolina Başûr Henry McMaster doh Înê got:

“Herçendî bager nema û baran nabare, av hîn heye û rewşa xerab hîn çavlirê ye.”

Mc Master texmîn kir ku ziyana wîlayeta wî derdora 1.2 milyar dolar e, û ev bahoz wek karesata herî xerab di dîroka nûjen a wîlayetê de binav kir.

Wî bang li qanûnsazên Amerîkî kir ji bo alîkariya fedralî bigihînin xelkê wîlayetê.

XS
SM
MD
LG