Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Angela Merkel di Hilbijartinên Almanya de Ser Dikeve


Rawêjkara Almanî îro Yekşemê bo cara çarem serkeftin qezenc kir di hilbijartinên Fedralî yên Almanya de, ku encamên wê diyar bûn, li gor hemeta wê ya ku berî berî sê mehan dest pê kiribû.

Lê partiya wê ya desthilatdar Demukratên Xiristiyan, beşeka kêmtir ji dengên pêşbînkirî anî.

Piştî girtina sandiqên dengdanê, rapirsînan rêjeya 32.5 ji sedî da partiya Merkel û hevalbendên wê, di demekê de ku pêşbîniya 36 ta 39 ji sedî dibû.

Bi vê serkeftinê, Merkel dibe yek ji tenê sê rawejkarên Almanî ku piştî şer bo çar caran tên hilbijartin.

XS
SM
MD
LG