Yûnanistanê îro Şemiyê got ku wê ji serê salê ve rê li nêzîkî 40,000 koçberên neqanûnî girt li ser sînorê bakur bi Tirkiyê re ku hewl didan derbasî wî welatî bin.
Yûnanistan bi gelemperî welatê bijarte ye ji bo koçberên ku ji Afrîka û Rojhilata Navîn direvin da ku ji bo jiyaneke çêtir xwe bigihînin Yekîtiya Ewrupî.
Gelek kes di ser sînorê Evrosê re ji Tirkiyê tên û di sala 2020an de Atînayê kontrolên sînorî xurt kirin piştî ku hejmareke mezin ji koçberan hewl da çemê Evrosê li bakur derbas bikin.
Atînayê Enqerê sûcdar dike ku bi têra xwe kar nake da ku rê li qaçaxçiyan bigre di şandina koçberan ber bi Yûnanistanê ve, ku bi gelemperî bi qeyikên ne baş rêwîtiyên xeternak dikin.
Roja Şemiyê, Wezîrê Parastina Sivîl ê Yewnanîstanê Takis Theodorikakos got ku îsal bi deh hezaran koçberên neqanûnî li ser sînorê Evrosê hatin rawestandin.
Wî ji Skai TV re got, "Di çar mehên destpêkê yên sala 2022an de, nêzî 40 hezar koçberên neqanûnî hewl dane bi rêyên neqanûnî derbasî welêt bibin."
Her wiha peyamek ji Tirkiyê re şand û got, "Nabe ku rê bide qaçaxçiyên mirovên bêhêvî, ne jî li rewşên bi vî rengî xwedî derkeve."
Çemê Evrosê ku Yewnanîstan û Tirkiyeyê ji hev vediqetîne, di hefteyên dawî de ji ber ku asta avê kêm bûye derbasbûna koçberan lê zêde bûye.
Çavkaniyekê ji wezareta koçberiyê re got ku herikîna koçberiyê bo tevahiya Yûnanistanê di çar mehên yekem ên sala 2022an de li gorî heman heyama sala borî ji sedî 30 zêdetir bûye.
Di Adara 2020an de, Yûnanistanê dewriyeyên sînor xurt kir û li hin deveran kamera, radar û 40 kîlometre têlên pola li ser pênc metre bilind kir.
Li gorî daneyên wezaretê, îsal zêdetirî 3,000 penaxwaz gihiştine Yûnanistanê, di nav wan de jî 1,100 meha borî.
Çavkanî: AFP