Lînkên eksesibilîtî

Bahoza Harvey ji Houston Ber bi Louisiana Diherike


Houston Teksas

Bajarê Houston yê eyaleta Teksas ev çend roj bûn, li jêr ava lehîya baran barînê û bahoza Harvey de mabû, îro Çarşemê seqayê Harvey daket xwar û rewş li bajêr baştir bûye, serok Trump û xanîma yekê Melania Trump doh Sêşemê bi seredanekê çûbûn Houston.

Serok Donald J. Trump û xanima Yekê Melania Trump
Serok Donald J. Trump û xanima Yekê Melania Trump

îro Çarşemê rewşa bajêr ji rojên berê baştir bû, lê şarezayên hawîrdorê di bêjin dibe du sentîmetrên din yên baranê bibarin û heta roja Înê roj derkeve û pileya germê bilind bibe.

Bahoza Harvey ber bi rojhilat ve diçe, roja Çarşemê piştî barîna baranek dijwar li bajarê Neaumont bahoz gihaye eyaleta Louisiana, xelkê herêmê tedbîrên baş wergirtine jibo weke Houston rastî ziaynên mezin neyên.

Navenda niştîmanî ya Ba û Bahozan dibêje dibe 15–30 sentîmetrên baranê biser herêmên başûrê rojavayê Louisiana de bibar in.

Li Houston heta nûha 13 hezar kes ji malên wan yên jêr av bûyî hatine deranîn û rizgar kirin, herwiha hezaran kes li navend û holên civîn û konferan hatine bicî kirin.

XS
SM
MD
LG