Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Keçeka Îndonîsî Ku Birayê wê Destdirêjiya Seksî lê Kiribû tê Zîndankirin


Dadgeha Destûrî ya Îndonîsya
Dadgeha Destûrî ya Îndonîsya

Polîsê Indonîsî îro Yekşemê got keça 15 salî ya ku ji aliyê birayê xwe yê mezin ve rastî destdirêjiya seksî hatibû, bi şeş meh zîndan hate cezakirin bi sedema jiberxwekirina zarokê xwe.

Birayê wê bi du sal zîndan hate cezakirin.

Xwîşk û bira roja Pêncşemê li dadgeha navçeya Muara Bulian a Girava Sumatra hatin tawanbarkirin.

Jiberxwekirina zarokan li Îndonîsya ne yasayî ye, lê di rewşên destdirêjiyê de dibê, bi mercê ku ji aliyê şarezayên saxlemiyê ve û di şeş hefteyên seretayî de bibe.

Berpirs dibêjin keçê di meha şeşan de zarok jiberxwe kir.

Desthilatdar dibêjin dadgehê diyar kir ku birayê wê ji meha nehan a sala borî ve neh caran destdirêjiya seksî li wê kiribû.

Dayîka wan jî rastî tawanbariyê tê ji ber ku wê di proseya jiberxwekirina zarok de alîkariya keça xwe kiribû.

Xwîşk û bira hatibûn girtin piştî dîtina zarok di nav baxçeyekî de.

Dozgeran daxwaza cezayê zindankirina salekê bo keçê û heft salan bo birayê wê kirbûn, lê dadgehê cezayekî siviktir da herduyan

XS
SM
MD
LG