Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Îranê Bi Sedan Kes Rastî Kêşeyên Henasê Tên Piştî Belavbûna Gaza Kulorînê


Dezful
Dezful

Medya dewleta Îranê îro Yekşemê di raportekê de ragihand ku behtirî 470 kes li başûrê welêt rastî kêşeyên bêhinvedan û henasê hatin piştî belavbûna gaza Kulorînê.

Raportê got 475 kes hatin veguhestin bo nexweşxaneyan li bajarê Dezful, ku 800 km li başûrê rojavayê Tehrana paytex e. 45 ji wan hatin dermankirin û yên mayî hatin berdan.

Raporta Ajansa Fermî ya nûçeyan IRNA got jêdera belavbûna gaze ew hin sîtêrên bingeheke bicîhiştî ya kompaniya avê ya xwecihî bû.

Jimara xelkê Dezful 250 hezar kes e û ew li parêzgeha Xozistanê ye, ku zengîne bi niftê.

XS
SM
MD
LG