Serokê Îranê Hesen Rûhanî îro Şemiyê huşdarî da welatên Rojava ku wê rastî geşbûna madeyên hişbir bên eger Îran di encama cezayên Amerîka de lawaz bibe.
Rûhanî di konferansa serokên parlemanên welatên Afghanistan, Îran, Tikiyê, Çîn û Rûsya de li Tehrana paytex axivî.
Di axaftina xwe ya ku li ser tilfizyona dewletê hate belavkirin de, Rûhanî got Îraneka lawaz wê nikaribe şerê qaçaxiya madeyên hişbir bike.
Wî got:
“Lawazkirina Îranê bi cezayan, wê gelekan neparasî bihêle… yên ku ji me bawer nakin, divê li nexşeyê temaşekin.”
Îran li ser riya sereke ya qaçaxiya madeyên hişbir e di navbera Afghanistan û Ewrupa û welatên kendava Farisî de.
Afghanistan berhemdara herî mezin a madeya Efyonê ye li cîhanê, ku piraniya wê li parêzgeha Helmand tê çandin.
Cotkarên Afghanistanê derdora 80 ji sedî ji masdeya Efyonê ji cîhanê re dabîn dikin, li gor raportên Neteweyên Yekgirtî.