Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îran Dibêje Wê Serokê Toreke Qaçaxiya Jinan Sêdare Kiriye


Dezgeha dadweriya Îranê roja Şemiyê got ku wê serokê toreke ku jinên Îranî bi qaçaxî difiroşe welatên cîran, sêdare kiriye.

Ajansa nûçeyan a Mîzanê ya Dezgeha Dadwerî ragihand ku Şehroz Soxanvarî, zilamê ku bi navê "Alex" tê naskirin, serokê "toreke bazirganiya jin û keçên Îranî bo hin welatên herêmê" bû.

Wê got Soxanvarî sibeha Şemiyê "ji ber sûcê bazirganiya mirovan bi armanca laşfiroşiyê" hat sêdarekirin.

Medyaya Îranê di sala 2020an de ragihandibû ku “Alex” li Malîzyayê bi hemahengiya Înterpolê hatiye binçavkirin û anîne Îranê. Ew di Îlona 2021ê de bi tohmeta "gendeliya li ser rûyê erdê" hat tometbarkirin, têgehek ku rayedarên Îranî ji bo rêzek berfireh ya sûcan, di nav de yên ku bi exlaq ve girêdayî ne, bikar tînin.

Ajansa nûçeyan a HRANA diyar kir ku di heman dozê de gelek jin jî hatine girtin û rastî tawanên giran hatine.

Amnesty International di raporta xwe ya vê heftiyê de got, sêdarekirinên tomarkirî li Îranê ji 314 di sala 2021 de gihîştiye 576 di sala 2022 de, ku di cîhanê de duyemîn sêdarekirin e piştî Çînê.

Du jin beriya du salan bi sûcdariya “gendeliya li ser rûyê erdê” û bazirganiya mirovan cezayê sêdarekirin li wan hat birîn. Lêbelê, parêzvanan got ku ew jin çalakvanên mafên LGBT yên bêguneh bûn.

Rêvebiriya Serokê berê yê Amerîkayê Donald Trump di sala 2017an de Îran xistibû nav lîsteya Amerîkayê ya welatên ku bi qaçaxçîtiya mirovan tên tawanbarkirin. Du sal şûnda, Wezareta Derve ya Amerîkî dîsa Îran wek welatekî bi navê asta 3 destnîşan kir, ku di raportê de ji bo welatên ku herî kêm kar dikin ji bo rûbirûbûna tawanan.

Li gorî Qanûna Parastina Qurbaniyên Bazirganiyê ya Amerîka ya sala 2000î, Amerîka alîkariyên biyanî yên ne-mirovî û ne-girêdayî bazirganiyê nade ti welatekî ku li gorî kêmtirîn pîvanên rakirina qaçaxçîtiyê tevnagere û ji bo vê yekê hewl nade.

Wezareta Derve ya Îranê di raporta xwe ya sala 2019an de got: “Hikûmeta Îranê bi tevahî pîvanên herî kêm ji bo jinavbirina qaçaxçîtiyê pêk nayîne û hewlên girîng ji bo vê yekê nade”.

Çavkanî: Reuters

XS
SM
MD
LG