Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îran Rê Dide IAEA Ku Kamîreyên Çavdêrîyê Li Bingehên Navokî Deyne


Îran dê rê bide Ajansa Neteweyên Yekgirtî ya Wizeya Navokî (IAEA) ku kamîreyêm çavdêriyê li bingehên navokî yên Îranê deyne, piştî axaftinên îro Yekşemê li gel serokê IAEA Rafael Grossi, li gor serokê Rêxistina Wizeya Atomî ya Îranê û daxuyaniyeke hevbeş.

Axaftinên li gel serokê IAEA bi armanca kêmkirina rikeberiya di navbera Îranê û Rojava de bûn, ku gefê dide ser hewlên nûvejandina rêkeftina navokî ya li gel Îranê.

IAEA vê hefteyê gotibû ku pêşketin li ser du kêşeyan nebû: şîrovekirina bermayên Uranium yên ku li şûnên kevin û neragihandî hatinî dîtin û her wiha gihîştina bilez ya çavdêriya alavan, da ku ajans berdewam be di şopandina bernameya navokî ya Îranê de, li gor rêkeftina sala 2015an.

Serokê Rêxistina Îranê ya Wizeya Atomî Mihemed Îslamîgot:

“Me erê kir li dor veguhestina kartên zakîreyê yên kamîreyên ajansê.”

Daxuyaniyeke hevbeş ya herdu ajansan jî behsaheman erêkirinê kir.

IAEA got pêşbîne Grossi li Viennayê îro Yekşemê konferanseke rojnamevanî lidar bixe.

Jêder: Reuters

XS
SM
MD
LG