Îranê îro Yekşemê got ewê têstkirinên xwe yên mûşekan berdewam bike ji bo avakirina berevaniya xwe û red kir ku ev yek binpêkirine ji biryarên Neteweyên Yekgirtî re, piştî idîayên Amerîka ku dibêjin Tehranê mûşekeke nû têst kiriye ku dikare gelek serî hilgire.
Wezîrê derve yê Amerîka Mike Pompeo doh Şemiyê têstkirina mûşeke balistî ya Îranê şeremezar kir û got ew binpêkirina rêkeftina hêzên mezin ên cîhanê ya sala 2015an ne li dor programa navokî ya Îranê.
Ajansa nûçeyan Tasnîm ji ser zimanê peyvdarê hêzên leşkerî yên Îranê General Abolfazl Shekarchi ragihand ku gotiye:
"Emê berdewam bin di pêşxistin û têstkirina mûşekan de, li derveyî guftûgoyên navokî û wek beşek ji ewlekariya me ya niştimanî.”
Rawêjkarê ewlekariya Niştimanî ya Amerîka John Bolton di twîtekê de got:
“Îranê moşekek balistî têst kir ku dikare bigihe Îsraîl û Ewrupa. Ev şêwazê dijminane nahête bihurandin.”
Peyvdarê wezareta derve ya Îranê Bahram Qasemi got ev têst ji bo berevaniyê ye û ti biryarên Neteweyên Yekgirtî nînin ku prtograma Îranê ya mûşekan qedexe dike.”