Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Tirkiye: Amerîka Û Îsrail Piştgiriya Xwepêşandanên Îranê Dikin


Wezîrê derve yê Tirkiyê Mevlut Cavusoglu

Wezîrê derve yê Tirkiyê, Mevlut Cavusoglu, di axiftinên xwe de yên roja Çarşemê, weha destnîşan dike ku, Serok hikumetê Îsrailê Benjamin Netanyahu û serokê Amerîka Donald Trump piştevaniyê didin xwepêşandanên protestoyî yên berfireh li welatî cîran, Îranê.

Rojnama Hurriyet ya nêzîkî dewletê û mediya Tikrî didin zanîn ku, Mevlut Cavusoglu wezîrê derve yê Tirkiyê, roja Çarşemê bo grûbek rojnamevanan axiftîye û gotîye, Tirkiye li dijî destxistina nav karê navxweyê Îranê ye û daxwaz dike ku, ev xwepêşandan di zûtirîn dem de rawestin û tenahî li wî welatî bi encam bibe. Cavusoglu gotiye "Du kes piştevaniyê didin xwepêşandan, Netanyahu û Trump, em li dijî maytêkirinên derve ne".

Ofîsa serokê Tirkiyê radigihîne ku, serokê Tikiyê Recep Tayyip Erdogan bi telefonê ligel serok hikumetê Îranê Hesen Rohanî axiftîye, Rohanî gotiye "di çend rojan de, dê xwepêşandan rawestin".

Piştî xwepêşandanên sala 2009an yên niha mezintriîn xwepêşandanin li Îranê ku, herî kêm 21 kes heta niha hatine kuştin.

Piştî heftiyekê ji meşên protestoyî, kenalê fermî yê TV Îranê ya ku, weşana xwe bi zimanê Inglîzî dike, dîmenên meşên aligirên hikûmetê nîşan dan, bi hezaran kes li cadeyan bûn, li dij xwêşanderên nerazî wan jî, meş encam didan.

XS
SM
MD
LG