Berpirsekî mezin ê Îranê îro Şemiyê got ku Amerîka hinek nermî diyar kiriye li dor rêdana firotina niftê Îranê û ev jî nîşaneke ku siyaseta Waşintonê ya danîna fişara tund li dijî Tehranê ew têk çû, li gor medya dewletê.
Serokê Frensa Emmanuel Macron di kombûna G-7 de hefteya borî, rê ji çareseriyeke dîplomatîk re di navbera Îranê û Amerîka de vekir .
Ajansa nûçeyan a dewletê IRNA ji ser zimanê Ebbas Ereqçî, cîgirê wezîrê derve yên Îranê ragihand ku gotibû:
"Macron, di çarçoweya G-7 de, bi Trump re kom bû û aliyê Amerîkî hin nermî di rêdana firotina niftê Îranê de diyar kir.”
Wî got, “ev têkçûnek e di siyaseta Amerîka ya danîna fişara tund de û serkeftin e ji siyaseta Îranê ya berxwedanê."
Ereqçî agahiyên berferh nedan û ti şîroveyên yekser ji aliyê Frensa û Amerîka de jî di vê derabrê de nebûn.
Jêder: Reuters