Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hello Washington: Nakokiyên Hêzên Siyasî yên Îraqê Û Pirsa Avakirina Hikûmeteke Nû


 Adnan al-Zurfi
Adnan al-Zurfi

Roja Sêşemê 17ê Adarê serokomarê Îraqê Berhem Salih serokê firaksyona Al Nesir di parlemena Îraqê de, Adnan al Zurfî weke berbijarê avakirina hikûmetek nû destnîşan kir.

Al Zurfî bo avakirina hikûmetê hat destnîşan kirin, piştî ku raspardeyê berî niha Mohamed Tewfîq Al Alawî nikarîbû kabîna xwe di parlemenê da derbaz bike, ji ber duberî û nakokiyên di nava hêzên siyasî Îraqî de, ji hersê pêkhateyên Şîa, Sûnî û Kurdan.

Adnan al Zurfî weke kesekî navdar û bihêz li Îraqê baş nayê naskirin, ew bo demek dirêj parêzgarê bajarê Najaf bû, ku bajarê pîroz yê Şîa mezheb tê naskirin. Al Zurfî serokê firaksyona al Nesre ya ku serok hikûmetê berê yê Îraqê Heyder al Abadê serokatiya wê dike û ew endamî partîya Hizb A Dawaa ye.

Al Zurfî bo demekî li Amerîka jiyaye û nasnama Amerîkî heye, ketîye di zîndanên rejîma Sedam Husên de. Piştî Amerîka êrîşî rejîma Sedam Husên kir li sala 2003an, al Zurfî li gel hêzên Amerîkî vegeriya Îraqê.

Rênas Jano, Endamê Berê yê Parlemena Îraqê
Rênas Jano, Endamê Berê yê Parlemena Îraqê


Destnîşankirina Al Zurfî di nava hêzên siyasî de li Îraqê bûye ciyê nakokiyên hêjî kurtir, xwepêşander jî didin zanîn ku ew pîvan û kirîterên ew ji serok hikûmetek nû dixwazin li cem al Zurfî nayên dîtin.

Zêdebarî ku nakokiyên siyasî di nava grubên Şîa, Sunî û Kurdan de hene, niha kirîza aborî û herwiha ya tendirustî jî hatine ser.

Pirsa giring ewe ku, berî belavbûna vîrusa korona li piraniya welatan li cîhanê ji wana jî li Îraqê, lê dîsan Îraqî nikarbûn li ser kesekî li hev bikin bo ava kirina hikûmetê, demek ewê çawan di vê dema herî kirîtîk û aloz da bikarin li ser kesekî li hev bikin da ku hikûmeta xwe ava bikin.

Bo danûstandinên derbarê vê mijarê Rênas Jano endamê berê yê parlamana Îraqê di bernama Hello Washington da balê dikşîne ser nakokiyên li Îraqê hene û rewşa aloz ya li wî welatî.

Jano dibêje, ya herî xerab û astengiya mezin nakokiyên di nav mala Şîi de ne, ji ber ku li Îraqê weha weke kevneşopiyek siyasî li welatî piştî sala 2003an, serokwezîrî li Îraqê bûye para Şîiyan, lê jiber ku ew niha ji grubên siyasî û yên çekdarî yên cûda pêk tên û her grubekê ji wan ajenda xwe ya taybet û çekdarên xwe yên taybet hene, ev bûne asteng di rêya wan de ku bikarin li ser kesekî lihev bikin.

Rênas di wê bawerê daye ku pir zehmete al Zurfî di reweşeke weke ya îro li Îraqê bikare hikûmetê ava bike, bi taybet di dema ku vîrusa korona belav dibe û aboriya Îraqê lawaz bûye ji ber ketina bihayê petrolê ku çavkaniya sereke ya dahat û budceya wî welatîye.

Hello Washington 20 03 2020
please wait

No media source currently available

0:00 0:29:53 0:00
Direct link

XS
SM
MD
LG