Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îraq Dest bi Operasyona Rizgarkirina Tel Afar Dike


Îraq îro yekşemê dest bi operasyoneke leşkerî kir ji bi rizgarkirina bajarokê Tel Afar ji bin destê çekdarên Daiş.

Serokwezîrê Îraqê Heyder el-Ebadî, destpêkirina operasyonê li ser tilfizyonê ragihand û ji çekdarên Daiş re got “Eger hûn çekên xwe daneynin hûnê bimrin.”

Serleşkerên Îraqî û Amerîkî texmîn dikin ku 2,000 çekdarên Daiş li Tel Afar in.

Berî operasyona li ser erdê, hêzên koalisyonê êrîşên esmanî zêde kirin li wir û sivîl neçar kirin ku birevin.

Tel Afar yek ji cihên dawî yên Daişê ye li Îraqê, piştî rizgarkirina Mûsilê meha borî.

Li tersî şerê Mûsilê ku piraniya rûniştvanên wê Sunnî ne, pêşbîne mîlîtanên Şîiî rolekê di rizgarkirina Tel Afar de bilîzin ku jimareke mezin a rûniştvanan Şîiî ne.

Sala borî mîlîtanên Şîiî firokxaneya Tel Afar kontrol kir.

Hin xem hene ku nakokî di navbera Şîa û Sunne û her wiha Tirkmanan de derkevin holê li wir.

XS
SM
MD
LG