Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îsraîl Dibêje Wan Sê Tirk di Xwepêşandanên Orşelîmê de Girtin


Desthilatdarên Îsraîlê sê geştiyarên Tirk li Orşelîmê girtin di rûdanekê de piştî nimêja misilmanan, li gor peyvdarekî polîs.

Peyvdarê polîs bi berferehî behsa nîrên ku ew sê kes têde hatî girtin nekir, lê ew dibe di demekê de ku Îsraîl rastî xwepêşandanên dijî serokê Amerîka Donald Trump tê.

Qunsilxaneya Tirkiyê li Orşelîmê tiştek di vê derbarê de negot.

Vîdyoyeka piştrastnekirî ya kesekî li wir diyar dike çawa polîsê Îsraîlê jimarek kes digrin li bajarê kevin ê Orşelîma Rojhilat a ku Îsraîlê ji sala 1967 ve ew kontrol kiriye û Filestînî wê wek paytexta dewleta xwe dixwazin.

Tê zanîn,Tirkiyê yek ji wan welatên sereke ye ku dijberiya Trump dikin li dor biryara wî ya pênasîna bi Oprşelîm wek paytexta Îsraîlê.

XS
SM
MD
LG