Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Afghanistanê Talîban di Êrîşekê de 5 Polîsan Dikuje


Berpirsekî Afghanî dibêje herî kêm 5 endamên hêzên ewlekariyê hatin kuştin di êrîşeke çekdarên tevgera Talîbanê de li ser xaleke vekolînê li parêzgeha Qendehar.

Ezîz Ehmed Ezîzî, peyvdarê hakimê parêzgehê dibêje 2 polîsên din jî di êrîşa îro Şemiyê de li navçeya Spin Bolduk birîndar bûn.

Wî got 7 çekdarên Talîbanê di êrîşê de hatin kuştin û 6 birîndar bûn.

Peyvdarê Talîbanê Qarî Yûsuf Ehmedî berpirsiyariya Talîbanê li dor vê êrîşê ragihand.

Tê Zanîn, Talîbanê bi awakî rojane hêzên Afghanî di êrîşên wiha de ji xwe re dikin armanc.

Ev tundûtijî di demekê de dibe ku Amerîka hewl dide, bi riya guftûgoyan di navbera hikûmeta Afghanistanê û tevgera Talîbanê de, dawiyê li şerê welêt ê17 salan bîne.

XS
SM
MD
LG