Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hest û Helwest: Festîvala Serxwebûna Kurdistanê li Almanya


Di demekê de ku Herêma Kurdistana Îraqê meha bê plana lidarxistina referandumekê dike, gurûpeke çalakvanên Kurd ji Îraq, Îran, Tirkiyê û Sûriyê dê festîvalekê di 25 vê mehê de li Almaya organîze bikin û daxwaza serxwebûna “Kurdistana Mezin” bikin.

Eger Herêma Kurdistana Îraqê di hewila lidarxistina referandumekê de rastî gelek bend û rexne û nerazîbûnan tê û ji gelek aliyan ve, gelo bîrokeya "Kurdistana Mezin" wek ku Kurd bi nav dikin, dê çawa bê pejirandin?

Yekbûna welatên ku Kurdistanê parve dikin bi awakî biryarbir li dijî serexwebûna Kurdistanê, ta kîjan radeyê pêkanîna wê zehmet dike?

Bernameya Hest û Helwest bi beşdarbûna du mîvanan ronî dide ser vê babetê:

Peyîvdarê Festîvala Serxwebûna Kurdistanê Mehmûd Kalo ku li Almanya dimîne û berpirsê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) li Almanya, Xebat Şakir.

Ji bo guhdarîkirina li bernameyê faylê deng vekin

Hest û Helwest 15_08_17
please wait

No media source currently available

0:00 0:29:00 0:00

XS
SM
MD
LG