Lînkên eksesibilîtî

Tê Ragihandin ku Bav û Birayê Êrîşkarê Manchester li Lîbya Hatine Girtin


Hashem Abedi brother of salamn Abedi Manchester attacker

Çavkaniyên ewlekarî û xizmên Salman Abedi êrîşkarê stadyuma Manchesterê dan xuya kirin ku hêzên ewlekarîya Lîbyayî, bav û birayê Salman Abedi girtine.

Çavkanîyekî ji malabata Abedî ku, nexwestîye nasnama wî eşkere be, got ku hêzên îstixbarata Lîbyayî îro Haşim Abedî girtîye. Ew bal dikşîne ku dibe Haşim birayê mezin yê êrîşkar Salman Abedî be.

Herwiha, yekîneya bersivdana taybet ya Lîbyayî, ku ji alîyê Netewên Yekbûyî ve tên piştevanî kirin, di rûpela xwe ya Facebookê de nûçeya girtina wan tevî wêneyekî Haşim Abedî weşand.

"Ramadan Abedî, bavê êrîşkar Salman Abedî niha hat binçav kirin. Birayê Haşim Abedî agahdarî plana êrîşa birayê xwe ya Manchester'ê bû. Ew her du endamên Dewleta Îslamî, DAIŞ'ê ne," peyîvdarê hêzên bersivdana taybet Ahmed bin Salem got.

Wî bi berdewamî got ku Haşim ev meh û nîv bûn ku di bin çavdêrîya îstixbaratê bû û vêkolînên dijî destpê kiribûn. Li gor Salem, Haşim plan kiriye ku êrîşeke terorîstî li paytaxt Trablus encam bide.

Wezîra navxwe ya Brîtanî do Çarşemê gotibû ku êrîşkar Salman ji alîyê îstîxbaratê ve dihat nasîn û ew bawer nakin ku Salman ev êrîş bi tena serê xwe kiriye.

Gerard Collomb, Wezîrê Navxweyî yê Fransî derbarê heman pirsê da zanîn ku Salman piştî ku çûye Lîbya kete ser rêya radîkalîzmê û dibe ku ew çûbe Sûrîyê jî.

Di êrîşa xwekuj ya roja Duşemê de 22 kes hatibûn kuştin ku hin ji wan zarok bûn.

XS
SM
MD
LG